Ehmed Tumayê ku ji aliyê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê ve cardin wek serokê hikûmeta bihurbar hat hilbijartin daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: "Li Sûriyeyê ji bo avakirina herêma tampon derfeteke mezin çêbûye û em texmîn dikin ku di nav 4 mehan de ev were qebûlkirin. Em hewl didin ku di nav vê demê de hikûmetê bikşînin navendê. Herêma tampon wê derfeteke mezin bide ku xizmet ji bo gelê Sûriyeyê were kirin."
Tuma destnîşan kir ku ji sedî 75ê xebatkarên hikûmeta bihurbar ji Sûriyeyê ne û got ku hilbijartina min ne tenê ji bo kes û koman e, ji bo xizmeta projeyên neteweyî ye û wiha dewam kir: "Ez ê xetayên berê dubare nekim û divê her kes jî wiha tevbigere. Ne tenê aliyê kes û koman, ez ê meyla her kesî bikim. Hikûmet ya gelê Sûriyeyê ye û ez destê xwe dirêjî her kesî dikim."
Tuma destnîşan kir ku wê hikûmet girîngiyê bide "têkoşîna dijî terorê, avakirina ewlehiyê, îdarekirina deriyên sînor û pasaportan."