Önder Beyter
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
ÎSTANBUL
Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê, "qanûna dewleta neteweyî ya Cihûyan" ku ji aliyê meclisa Îsraîlê hat qebûlkirin, wekî "nijadperest" tewsîf kir.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Alimên Misilman ên Dinyayê Elî el-Qeredaxî di daxuyaniya xwe ya nivîskî da wiha got, "Yekîtî gazî alema Îslamê û alema Ereb dike ku qanûna nijadperest a Îsraîlê bide sekinandin û herwiha ji kesên xwedîwijdan jî dixwaze ku di asta hiqûqî da bikevin tevgerê, nijadperestiya Îsraîlê derxin holê û xwe bidin kêleka gelê Filistînê da ku ev qanûn were astengkirin."
Qeredaxî diyar kir ku yekîtî, alema Ereb di serî da geşedanên xeternak ên wekî dabeşbûn û perçebûnên li alema Îslamê, bêdengiya beşeke girîng a lîderên Ereban a li hemberî guhestina balyozxaneya Amerîkayê ji Tel Avîvê bo Qudsê û qebûlkirina vê yekê, ji nêzîk va dişopîne.
Qeredaxî bal kişand ku van geşedanan hemûyan cesaret da Îsraîlê ku qanûna "dewleta neteweyî ya Cihûyan" qebûl bike. Qeredaxî herwiha got ku ev qanûn pir xeternak e û ji bo axa gelê Filistînê û ji bo paşeroja Quds û Mescida Eqsayê dê tesîreke neyênî bike.
Qeredaxî pesendkirina qanûnê şermezar kir û herwisa bangî alema Ereb û Îslamê kir ku her cure rêbazê biemilînin da ku vê qanûna nijadperest rawestînin.