Türkan Tosun
18 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2018
QUDIS
Hat ragihandin ji sala 1948an vir va 3 milyon û 200 hezar Cihûyî koçî Îsraîlê kiriye û nifûsê welêt gihîştiye 8,9 milyonî.
Daîreya Îstatîstîkê ya Navendî ya Îsraîlê ji ber "18ê Çileya Pêşîn Roja Koçberan a Navneteweyî" raporek weşand û daxuyand ji 1948an vir va ji herêmên cuda ên dinyayê 3,2 milyon Cihûyî koçî Îsraîlê kiriye.
Di raporê da hat gotin ji van Cihûyan ji sedî 43 piştî sala 1990an dema Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê hilweşiya hatine Îsraîlê.
Hat gotin di navbera salên 1989 û 2006an da 1,6 milyon, di sala 2017an da jî 38 hezar Cihûyî koçî Îsraîlê kiriye.
Der barê Cihûyên Îsraîl terikandine da jî hat gotin di navbera salên 1948-2016an da 726 hezar Cihû ji Îsraîlê çûne, ji van di navbera 130-167 hezar li dervayî welêt mirine.
Cihû li ku dibin bila bibin Îsraîl destûrê dide wan ku ew koçî Îsraîlê bikin, lê rê li ber Filistîniyên di sala 1948an da bi mecburî koç kirine digre da ku ew venegerin welêt.
Rêjeya Filistîniyên welatiyên Îsraîlê ne qasî ji sedî 20 e.
- Qanûna Dewleta Neteweyî ya Cihûyan
Qanûna Dewleta Neteweyî ya Cihûyan di 19ê Tîrmehê da li Meclisa Îsraîlê hat qebûlkirin û du cure welatîbûnê derdixe pêş.
Li gor vê li Îsraîla ku nifûsê wê 8 milyon e Cihû dibin welatiyên serdest, Erebên ku rêjeya wan ji sedî 20 e jî dibin welatiyên asta duyem.
Bi vê qanûnê va Erebî êdî ne zimanê fermî ye Îbranîkî bû tekane zimanê fermî yê Îsraîlê.
JI bilî vê bi vê qanûnê va hat qebûlkirin paytextê Îsraîlê Quds e, bi tenê Cihû dikarin qedera xwe tayîn bikin, Îsraîl welatê hemû Cihûyên li cîhanê ye û ew dikarin vegerinn Îsraîlê, rojên dînî yên Cihûyan rojên betlaneyê ne.