Elif Orhan
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) bertek nîşanê qetlîama ku Îsraîlê li Xezeyê kir da û got ku "Îsraîl divê hember prensîba mafê xwepêşandanên aştiyane û bikaranîna hêza hevseng rêz bigire."
Nûnera Bilind a Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî daxuyaniyeke nivîskî da û der barê li sînorê Xezeyê di gulebaranên Îsraîlê de zarok jî di nav de mirina bi dehan Filîstîniyan de şermezarî nekir.
Mogherîniyê tenê ji bo ku bêtir mirov nemirin ji bo aliyan banga îtidalê kir.
Mogherîniyê tenê got ku "Îsraîl divê hember prensîba mafê xwepêşandanên aştiyane û bikaranîna hêza hevseng rêz bigire." û got ku zêdebûna rageşiyê dê zirarê bide perspektîfa aştiyê û atmosfera ewlehiyê û tenê çareseriya du dewletî dikare ku alî bigihêjin armanncên xwe.
Filistîniyên ku li ser sînorê Xezeyê yê li aliyê Îsraîlê kon vegirtine, ji bo protestokirina biryara Amerîkayê ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir bir Qudsê û salvegera 70emîn a damezirandina Îsraîlê ku wekî Neqbe (Bobelata Mezin) tê binavkirin, xwepêşandanên berfireh ku wekî "meşa milyonan" bi nav dikin, li dar dixin.