Elif Orhan
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 14 Gulan 2018
ANKARA
Tirkiyeyê daxuyaniya "Amerîkayê hemû biryarên NYyê û hiqûqa navneteweyî îxlal kirin û balyozxaneya Tel Avîvê kêşa Qudsê em vê bi tundî şermezar dikin." kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Wezareta Karên Derve hat dayîn de hat gotin ku "Amerîkayê hemû biryarên NYyê û hiqûqa navneteweyî îxlal kirin û balyozxaneya Tel Avîvê kêşa Qudsê em vê bi tundî şermezar dikin. Em dubare dikin ku em vê teserûfê ji aliyê hiqûqî ve tune dihesibînin. Em destnîşan dikin ku ev pêngava ku mafên meşrû yên gelê Filîstînê tune dihisebîne dê xizmetê aştiya herêmê, ewlehî û îstiqrarê neke."
Di daxuyaniyên de biryarên ku di Lûtkeya Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) ya ku di 13ê kanûna pêşîn a 2017an de hat lidarxistin û yên di Lijneya Giştî ya NYyê de di 21ê kanûna pêşîn a 2017an de hatin sitandin hatin bibîrxistin û hat gotin ku ev pêngava "xeyrîmeşrû" ya ku Amerîkayê avêt ji aliyê civaka navneteweyî ve hat redkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Birêvebiriya Amerîkayê di vê helwesta xwe de israr kir û bingeha çareseriya pirgirêka herî bingehîn a li Rojhilata Navîn tehrîb kir. Xetereya vê biryarê heye ku zirarê bide parametreyên cîbûyî yên ku di dema aştiyê de hatin derxistin û berpirsyariya encamên menfî yên ku dê ev biryar li herêmê bibe sedem jî ser sitûyê birêvebiriya Amerîkayê ye. Em qetlîama hêzên ewlehiyê yên ku ji vê biryarê wêrekî hate wan a ser Filîstînîyên ku xwepêşandanên aştiyane bi rê ve dibin lenet dikin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku heta ku pirsgirêka Filîstînê bi awayekî mayînde û adilane neyê çareserkirin heta helwestên bêeadalet ên dijî gelê Filîstînê bidomin ne mimkûn e ku aramî û îstiqrara herêmî û gerdûnî çêbe.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de hat gotin ku "Welatê me ji niha pê ve jjî ji bo ku pêvajoya aştiyê di bingehele baş de bê geşkirin û li herêmê aştiyeke adil, berfireh û berdewam bê tesîskirin bi endamên xwedî berpirsyarî yên civaka navneteweyî re xebatên xwe bidomîne."