Türkan Tosun
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Komîteya Azadiyên Sivîl a Parlamentoya Ewropayê (PE) piştî veqetandina Îngiltereyê ya ji Yekîtiya Ewropayê (YE) (Bretîxê) biryar da ku welatî bê vîze bikaribin herin û bên.
Komîte li Brukselê civiya û li ser mijara gera bêvîze ya welatiyên Îngiltere û Yekîtiya Ewropayê axivî.
Di civînê da 38 parlamenteran biryar da ku piştî Bretîxê welatiyên Îngiltere û Yekîtiya Ewropayê bêvîze bila bikaribin beramberi hev herin û bên.
Li ser vê biryarê welatî wê di nav 180 rojan da bikaribin bê vîze 90 rojan bikevin welatan.
Ev biryar wê di 4ê nîsanê da wê li Lijneya Giştî ya PEyê bê nirxandin û piştî dengdayîna vê biryarê wê di 12ê nîsanê da li Rojnameya Fermî ya YEyê da bê weşandin û bikeve rewacê.