Önder Beyter
03 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Li Hindistanê di sala 2017an da ji ber nexweşiyên ku sedema wê qirêjiya hewayê ye 1,2 milyon kes mirin.
Li gorî xebata "Rewşa Hewayê ya Kurewî" ya Enstîtiya Bandorên Tenduristiyê (HEI), li Hindistanê ji ber nexweşiyên ku sedema wê qirêjiya hewaya li ciyên girtî û vekirî ye, 1,2 milyon kes mirin.
Di xebatê da hat destnîşankirin ku li welêt mirinên ji ber qirêjiya hewayê ji yên ji ber cixareyê zêdetir in.
Di lêkolînê da herwisa hat diyarkirin, maweya jiyana zarokekî ku li Asyaya Başûr di asta qirêjiya hewaya berdest da hatiye dinyayê, herî kêm du sal kêm bûye.
Di lîsteya li dinyayê 10 bajarên ku hewaya wan herî zêde qirêj e ya ku par ji aliyê Endeksa Jiyanê ya Qalîteya Hewayê ku girêdayî Zanîngeha Chicago ye hatibû weşandin da paytextê Hindistanê Delhiya Nû di rêza yekemîn da cih girtibû.