Nihat Kavşut
28 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2020
Li Sûriyeyê ji ber êrîşên hêzên rejima Beşar Esed û alîgirên wê ji Îdlibê di 24 saetên dawîn da 39 hezar sivîlên din jî koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin û ji Mijdara 2019an vir va hejmara kesên ji cî û warên xwe bûn derket 541 hezarî.
Li gor agahiyên ku Mihemed Helacê Midûrê Kordînatoriya Midaxeleyê ya Sûriyeyê da nûçegihanê AAyê ji ber êrîşan koçberiya ji herêmên Erîha, Seraqib û Cebel Zawiyeya Îdlibê didome.
Hat diyarkirin ji ber êrîşên hêzên rejima Beşar Esed û alîgirên wê ji Îdlibê di 24 saetên dawîn da 39 hezar sivîlên din jî koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin û ji Mijdara 2019an vir va hejmara kesên ji cî û warên xwe bûn derket 541 hezarî.