Gülşen Topçu
04 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2021
Balafirên şer ên Îsraîlê li Xezeyê êrîş birin ser 2 ciyên Tûxayên Îzedîn el-Qesam ê baskê eskerî yê Hemasê.
Balafirên şer yek jê li başûrê Xezeyê yek jê jî li bakurê Xezeyê bi tevahî 2 ciyên Tûxayên Qesamê kirin armanc.
Di daxuyaniya li ser hesabê artêşa Îsraîlê yê Twitterê da hat diyarkirin, balafirên şer êrîş birin ser îmalatxaneyeke çekan û rempeyeke agirkirina roketan ên Hemasê.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, ji ber ku ji Xezeyê "bombeyên şewatê" ber bi Îsraîlê hatin şandin, êrîş hat kirin.
Wezareta Tenduristiya Filistînê daxuyanî neda ka di êrîşê da kuştî hene an na.
Balafirên şer ên Îsraîlê 2yê Tîrmehê jî ciyekî Tûxayên Qesam kiribûn armanc.