Ömer Faruk Yıldız
04 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2021
Li başûrê Filîpînan balafira eskerî ya ku 85 kes tê da bûn, ket.
General Cirilito Sobejanayê Sererkanê Filîpînan diyar kir, balafira eskerî wexta ku wê li Girava Joloyê ya li ser eyaleta Suluyê daniya, ket.
General Sobejana daxuyand ku heta niha 40 kes hatin xelaskirin û wiha dewam kir, "Ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ji bo xelaskirina kesên din li herêmê dixbeitin."
Hat gotin ku balafirê kesên ku ji dibistana eskerî nû mezûn bûbûn, dibir cihê wezîfeyê.