Abdullah Tel
16 Gulan 2020•Rojanekirin: 17 Gulan 2020
Felîcîen Kabugayê ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (DCN) yek ji wan kesan dihesibîne ku di komkujiya Ruandayê da bûne sedema mirina bi sedhezaran kesan li Fransayê hat qefaltin.
Dozgeriya Parîsê daxuyanî da û ragihand ku Kabugayê 84 salî li Asnîeres-Sur-Seîneya banliyoya bajêr di mala xwe da bi nasnameya sixte hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Kabugayê ev 25 sal e qaçax e di operasyona ekîbên cenderme yên li hemberî sûcên dijî mirovahiyê têdikoşin da hat qefaltin.
Hat gotin piştî muameleyên edlî yên li Dadgeha Temyîzê ya Parîsê wê Felîcîen Kabuga teslîmî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya Ruandayê (ICTR) ya di bin banê Neteweyên Yekbûyî da ye, bikin.
Serdozgerê ICTRê Serge Brammertz di daxuyaniya weşand da got: "Qefaltina Felîcîen Kabuga bi bîr dixe ku kesên berpirsên fermanê ne 25 sal jî di ser da derbas bûbe bi awayek edlî tên şopandin."
DCN, Felîcîen Kabuga yek ji wan kesên di komkujiya Ruandayê da bûne sedema mirina bi sedhezaran kesan dihesibîne.
Kabûga ji ber alîkariya daye Hutuyên komkujiyê dikirin jî tê sûcdarkirin.
Felîcîen Kabuga di Tîrmeha sala 1994an da xwe spartibû Swîsreyê lê ji wê derê hatibû dersînorkirin û derbasî Komara Demokratîk a Kongoyê bûbû. Polêsan di Tîrmeha sala 1997an û sala 2003an da li Naîrobiya paytextê Kenyayê ji bo Kabûga biqefêlin operasyon biribûn serî lê ew ji herduyan jî xilas bûbû.