Yavuz Aydın
03 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2023
ANKARA (AA) - Meclisa Neteweyî ya Ermenistanê, Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (UCM) pesend kir.
Di rûniştina meclisê da Statuya Romayê ya peymana damezirîner a UCMyê li dijî 22yan bi 60 dengan hat pesendkirin.
Ermenistanê digel ku Statuya Romayê di 1999an da îmze kiribû, Dadgeha Destûrê di çarçoveya biryara xwe ya 2004an da statu wekî dijî Destûra Ermenistanê qebûl kiribû.
Hikûmetê di 2022yan da ji bo lêkolînkirina statuyê cardin serî li Dadgeha Destûrê dabû.
Dadgeha Destûrê ya Ermenistanê di 24ê Adarê da biryar da ku Statuya Romayê ya UCMyê li gorî qanûnên Ermenistanê ye û ji bo pesendkirinê jî şandibû Meclisa Neteweyî.
Piştî ku ji hêla Dadgeha Destûrê, Statuya Romayê li gorî qanûnan hatibû qebûlkirin, di navbera Rûsya û Ermenistanê da rageşî derketibû. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov wiha gotibû, "(Biryara Ermenistanê ya Statuya Romayê) Ev li dijî me, biryareke heta tu bêyî dijminane ye. Rewşeke em pesend bikin nîne."
Ji aliyekî din va Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di 19ê Îlonê da di axaftina xwe ya li Meclisa Neteweyî da diyar kiribû, tu eleqeyeke Statuya Romayê bi peywendiyên Ermenistan-Rûsyayê ra tuneye, pesendkirina rêziknameyê têkildarî ewlekariya Ermenistanê ye.
Statuya Romayê, Statuya Damezirîna Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye ku Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya di 15ê Hezîranê -17ê Tîrmeha 1998an da kom bûbû, li paytextê Îtalyayê Romayê biryara wê dabû.