Elif Orhan
29 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ANKARA
"hashtag" a bi serenava "#WeLoveErdogan" ya ku ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji ser Twitterê hat vekirin, rastî eleqeyeke mezin tê.
Piştî ku ziyareta Serokomar Erdogan a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dest pê kir ji ser Twitterê etîketa "#WeLoveErdogan" a îngilizî ya ku tê wateya "Em ji Erdogan hez dikin" hat vekirin.
Bikarhênerên Twitterê di bin vê serenavê de gelek parvekirin kirin û piştî vê yekê etîkete "#WeLoveErdogan" di demek kurt de di lîsteya "trend topic"ê de cî girt.
Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag, Emrullah Îşlerê parlementerê Enqereyê yê AK Partiyê û Fatîh Şahîn, Parlementerê Sêrtê Yasîn Aktay û Markar Esayanê Parlementerê Stenbolê jî di nav de 100 hezar kes bi etîketa "#WeLoveErdogan" dîtbariyên Serokomar Erdogan ên ku tê de vîdeoyên wî, wêneyên wî û gotinên wî yên ku di bernameyên cur bi cur de bi kar anîn hebûn hatin parvekirin. Parvekirinên tirkî û îngilizî di rojeva Tirkiyeyê de bûn rêza yekem, di rojeva dinyayê de jî di rêza 3yem de cî girtin. Di nav parvekirina de gotinên wekî "Bila Amerîka serok bibîne", "Welatê min, serokê min", "Serokê ku ji bo gelê xwe şev û roj dixebite, "Serokê dinyayê, Reîsî Cumhur li Amerîkayê", "Tirkiye her dem dê ligel serokê xwe be" balê dikşînin.
Kampanya di Twitterê de di rojeva Tirkiyeyê de di rêza 1em de di rojeva dinyayê de di rêza 3yem de ye.