Elif Orhan
30 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
HEWLÊR
Seroaktiya Herêma Kurdistana Iraqê diyar kir ku hikûmeta teknokrat a ku Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî dixwaze ku ava bike ji bo wan zehf girîng nîne.
Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê daxuyaniyek nivîskî da û cî da helwesta Mesûd Barzaniyê Serokê HKIyê yê der heqê geşedanên siyasî yên li Bexdayê û wiha hat gotin:
"Em dixwazin ku helwesta Mesûd Barzaniyê Serokê Kurdistanê yê di mijara guherîna wezîrên di nav hikûmeta navendî ya Iraqê û guherînên din de bi awayekî eşkere û zelal ragihînin raya giştî. Ji bo Barzanî ji nû ve namzed nîşandana wezîran an jî geşedanên ku dê bi ji peywirdûrxistina wezîran derkeve holê zehf girîng nîne. Sedema wê yekê jî ew e ku hikûmeta navendî ya Iraqê esasên lihevkirinê îxlal dike û tu wateya wê nemaye. Heke lihevkirin ji holê rabe çi girîngiya wezareta ku dê ji bo wezaretê bê dayîn, bimîne?"
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku Îbadiyê Serokwezîrê Iraqê û Barzanî li ser telefonê demek kurt axivîn, alî li ser hikûmeta teknokrat nesekinîn û Barzanî di vê mijarê de tu pêşniyaz nekirin.
Dan zanîn ku Fûad Mesûmê Serokomarê Iraqê û Barzanî jî pêr li ser telefonê axivîn û hat diayrkirin ku Barzanî gotiye Mesûm jî ku di nav hikûmeta Iraqê de esasên lihevkirinê bêwate bûne.