Ali Makram Ghareeb
10 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2021
KERKÛK (AA) - Li Iraqê ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext welatiyên li Kerkûkê dest bi dayîna dengan kir.
Kesên ku li navenda bajarê Kerkûkê û navçe, nahiye û gundên ser bajêr seba dayîna dengan çûn ser sandoqan, li baregehên kontrolan ên ku pêşiya navendên hilbijartinê hatine danîn, hatin kontrolkirin.
Dengdayîn wê êvarê saet 18.00î pê va kuta bibe. Nifûsa welêt 40 milyon e û ji 24 milyonî zêdetir hilbijêr hene.
Kontenjana meclisê 329 parlamenter in û 3 hezar û 249 namzed ketin hilbijartinê. 877 çavdêrên biyanî wê pêvajoya hilbijartinê bişopînin.
Tê payîn ku Komîseriya Hilbijartinê ya Payebilind a Iraqê di nav 24 saetan da encamên hilbijartinê eşkere bike.
Di cotmeha 2019an da dijî hikûmeta wê demê xwepêşandinan dest pê kiribû û paşê biryara hilbijartina pêşwext hatibû dayîn.