Mustafa Deveci
10 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2021
QUDS (AA) - Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ya ku serokwezîrtiya wê di demek nêzîk da wê biqede ji bo xatirxwestinê çû Îsraîlê.
Rayedarên Wezareta Karên Derva ya Îsraîlê li Balafirgeha Ben Gurionê ya li Tel Avivê Merkel pêşwazî kirin.
Di çarçoveya vê ziyaretê da Merkel wê bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog, Serokwezîr Naftalî Bennett û Wezîrê Karên Derva Yaîr Lapîd ra hevdîtinê bike.
Merkelê bi kabîneya Îsraîlê ra jî hevdîtinekê bike û şîvê bi Serokwezîr Bennett ra bixwe.
Li gor çapemeniya Îsraîlê Merkel wê Serokwezîrê berê Binyamîn Netanyahu ra hevdîtinê neke.
Merkelê wê di 28-29ê tebaxê da biçûya Îsraîlê lê ji ber geşedanên li Efxanistanê wê ziyareta xwe betal kiribû.