LONDRA
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry di axaftina xwe ya ku ji bo televizyona Geo News a Pakistanê de wiha gotibû: "Artêşa Misrê li welêt demokrasiyê ji nû ve ava dike." Ev gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê bûbû sedema rexneyan û hat gotin ku Amerîka piştgiriyê dide derbeya li Misrê.
Kerry piştî hevdîtinên xwe yên li Pakistanê îro çû Londraya paytext a Îngilistanê û li wir bi Wezîrê Karên Derve yê Mîrîtîyên Yekbûyî yên Ereban Abdullah bîn Zayîd al-Nahyan ve hevdîtinek pêk anî.
Beriya hevdîtinê John Kerry daxuyaniyek da û anî ziman ku li Misrê hemû alî divê ji bo çareseriyeke aştiyane û şamilbûyî bixebitin. Kerry wiha pê de çû: "Tişta ku em naxwazin tundî ye. Hikûmeta berwext berpirsyar e ku ji bo xwepêşanderan zemîneke saxlem peyda bike ku ew di nav aşitiyê de xwepêşanên xwe bikin. Di heman demê de xwepêşander jî berpirsyar in ku li Misrê li hember her tiştî û pêşveçûyînê nesekinin."