24 Tebax 2016•Rojanekirin: 25 Tebax 2016
AZEZ
Li Sûriyeyê her roj bi hezaran kes ji herêmên di bin kontrola DAEŞ û PYDê de direvin û xwe dispêrin herêmên di bin kontrola mixalifan de.
Ji aktîvîstên herêmî yên li Azeza navçeya Helebê Yasîr Mihemed daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku her roj bi hezaran kes ji herêmên bin kontrola DAEŞ û PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê direvin û tên Azeza bin kontrola mixalifan de.
Mihemed got ku malbatên ku ji zilma DAEŞ û PYDê reviyan sibê zû gihaştin gundê Harceleya li rojhilatê Azezê û diyar kir ku malbat ji cihê kontrolê ya ku Lîvaya Siltan Mirad a ku tirkmenên sûriyeyî ava kir re derbas bûn û bi wesayîtan ew şandin navçeyê.
Mihemed diyar kir ku sûriyeyiyên ku ji malên xwe bûn piranî ji bajarên Dêra Zorê û Reqayê û Baba navçeya Helebê yên di bin kontrola DAEŞê de tên.
- Piştî ku KES û PYDê Minbic bi dest xistin rev zêde bûn
Mihemed da zanîn ku berê niha her roj dora 400 an jî 600 kesî xwe dispartin herêma Azezê û destnîşan kir piştî ku Koalîsyona Erebên Sûriyeyê (KES) ya ku DYA piştigrî didê û PYDê di 12ê tebaxê de navçeya Minbicê bi dest xistin ev jimar rojane derket hezarî.
Mihemed agahî da ku îro 2 hezar û 500 kes hatin herêmê û wiha axivî: "Malbatên ku têne Harceleyê perîşan in, zarok perîşan in. Saziyên arîkariyê av û xurek belavî malbatên ku digihêjin vir dikin."
Mihemed da zanîn ku hinek sûriyeyiyên ku ji DAEŞ û PYDê direvin li Azezê dimînin, hin ji wan jî ji ser Efrînê berê xwe didin Îdliba bin kontrola mixalifan de.