24 Tebax 2016•Rojanekirin: 24 Tebax 2016
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî der heqê operasyona Mertala Firatê de got ku "Ji bo pêkanîna ewlehiya sînorê Tirkiye-Sûriyeyê, birîna rêyên lojîstîkî û îkmala çavkaniyên mirovî yê DAEŞê û nehiştina xwevedizîna terorîstan di sînorê me ra pêwîstiyeke acîl e."
Bahçelî got ku "Ji mensûbên IŞÎDê paqijkirina Cerablûs û der û dora wê, ji bo berterefkirina tehdîta li dijî Tirkiyê wê bibe gaveke pir girîng."
Bahçelî da zanîn ku MHP herekata ku dibin ser Cerablûsê wekî geşedaneke gelekî erênî dibîne û bi temamî piştgirî didê û wiha axivî: "Ez dixwazim bi vê wesîleyê bi awayekî eşkere û xurt bibêjim ku em bi gel li pişt helwesta bêtewîz û biryardar a îradeya siyasî ne."