Haydar Şahin
14 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Riyad Mensûrê Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê got, "Hetanî berpirsyariya pêkanîna ewlekarî û aştiya navneteweyî bi cî bîne em ê li deriyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixin."
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên Îsralê yên li ser Xezeyê ji bo kêmkirina tundî û rageşiya li Xezeyê li ser daxwaza Kuweyt û Bolîvyayê di civîna girtî da kom bû.
François Delattreyê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Fransayê beriya civînê daxuyanî da rojnamevanan û got ku rewşa li Xezeyê merivan dixe nav fikaran û ji sala 2014an vir va tundiyeke wiha nehatiye dîtin.
Delattre diyar kir ku Fransa ji ber ku bi roketan sivîlên li Îsraîlê dixe hedef Hemasê şermezar dike û wiha axivî: "Tundiya zêde ya li ser welatiyên Filistînê dibê bisekine. Her çiqasî mijar ewlehiya Îsraîl be jî kes nikare tundiya ji hedê xwe zêde biparêze."
Delattre bangî aliyan kir ku bira zêdekirina rageşiyê dûr bisekinin û wiha pê da çû: "Sivîl dibin qurbanên ewil ên tundiyê û dibê demildest tundî were sekinandin."
Danny Danonê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Îsraîlê jî îdia kir ku "li aliyekê kesên bi roketan êrîşî sivîlan dikin li aliyê din jî kesên welatiyên xwe mihefeze dikin hene", Îsraîl ew ê banga ji bo îtidala herdu aliyan qebûl neke.
- "Di Konseyê da yekîtî tune"
Çavkaniyên dîplomatîk jî bal kişandin ku ji bo awayê nirxandina krîza li Xezeyê di Konseyê da yekîtî tune.
Riyad Mensûrê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Filistînê piştî civîna daxuyanî da rojnamevanan, navê Amerîkayê neda rexne kir û got, "di rûyê dewletekê da Konsey xitimî".
Mensûr got, "Hetanî berpirsyariya pêkanîna ewlekarî û aştiya navneteweyî bi cî bîne em ê li deriyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixin."
- "Aştî xanê nake"
Mensûr Utaybiyê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Kuweytê êrîşên li Xezeyê yên Îsraîlê şermezar kir û bal kişand ser rewşa li Xezeyê ya ku her diçe xirab dibe.
Utaybî got, "aştî xanê nake"
Sacha Sergio Llorentty Solizê Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Bolîvyayê diyar kir ku kêmzêde 2 sal e li benda "qaşo" pîlana aştiyê ya Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn in, hewcedarî bi aliyekî wisa heye ku navçîtiya rastî bike.