İbrahim Atmaca
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
STRAZBURG
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland nameya pîrozbahiyê şand û ji bo serkeftina wî ya hilbijartinê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji Konseya Ewropayê hat dayîn, Jagland ji Erdogan ra nameya pîrozbahiyê şand.
Jagland di nameyê da wiha got, "Birêz Serok, ji bo ku hûn di 24ê hezîranê da cardin wek serokomarê Tirkiyeyê hatin hilbijartin, ez we pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku dema wezîfeya we ya nû ji gelê Tirk ra aştî û refahê bîne. Di navbera welatê û Konseya Ewropayê da demeke dûr û dirêj e ku têkilî xurt bûne. Ji bo vê yekê jî seba feydeya hemû welatiyên Tirk di mijarên mafên mirovan, demokrasî û payebilindiya hiqûqê da parastina standardên hevpar ên Eropayê, ez bawer im ku em ê di salên pêş da bi hev ra zêdetir bixebitin.
Jagland destnîşan kir ku Ewropa, nexasim Konseya Ewropayê ji dewreke dijwar ra derbas dibe û ji bo derbaskirina vê dewrê ew ji Erdogan hêviya tevkarî û piştgiriyê ye.
Konseya Ewropayê di sala 1949an da ava bû û Tirkiye jî endamê wê yê avakar e. Konsey ji bo parastin û xurtkirina mafên mirovan, payebilindiya hiqûqê û rêgezên demokrasiya piralî, çareserkirina dijmintiya kêmnetew û biyaniyan, nijadperestî, wêderkirina civakî û hişbirê xebatan dike. 47 endamên konseyê hene.