Zafer Fatih Beyaz,Fırat Taşdemir
08 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima cinazeyê Serokê Giştî yê Avakar ê Partiya Saadetê Recaî Kutan bû.
Kutan demek bû ku li Enqereyê tedawî dibû û di 94 saliya xwe da mir. Nimêja Kutan li Mizgefta Ahmet Efendî ya Karşiyakayê hat kirin û piştî nimêjê merasima cinaze hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan jî beşdarî merasimê bû û sersaxî da malbat û xizmên Kutan.
Serokê Kar û Barên Diyanetê Alî Erbaş nimêja cinaze da kirin, paşê Serokê Weqfa Fikr û Ramanê Îslamê ya Navneteweyî Mehmet Gormez jî dia kir û ji kesên ku beşdarî merasimê bûn ra got ku heqê xwe lê helal bikin.
Cinazeyê Kutan piştî nimêjê li goristana malbatê hat definkirin.
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mehmet Fatîh Kacir, Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Serokê Giştî yê BBPyê Mustafa Destîcî, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Serokomarê 11emîn Abdullah Gul, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê CHPyê yê berê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Devayê Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî beşdarî merasimê bûn.