Türkan Tosun
03 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2018
SEUL
Hat ragihandin xeta ragihandinê ya ku Koreya Bakur di sala 2016an de ji Koreya Başûr ra girtibû wê bê vekirin.
Ajansa Yonhapê wek çavkanî radyoya dewletê ya Koreya Bakur wek çavkanî nîşan da û got rêvebiriya Pyongyangê amadehiyan dike ku xeta ragihandinê ya li gundê Panmunjomê cardin veke.
Serokê Komîteya Hevgirtinê ya Aştiyane ya Koreya Bakur Rî Son-gwon got ew hewl didin bi Koreya Başûr re bi dilsozî hevdîtinan bikin.
Koreya Başûr jî ji ber vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Koreya Başûr di sala 2016an de ji ber ceribandinên fuzeyan ên Koreya Bakur herêma pîşesaziyê ya hevpar a li bajarê Kaesongê girtîbû. Li ser vê Koreya Bakur ev wek "îlana şer" qebûl kiribû û xeta ragihandinê ya di navbera herdu welatan de birîbû.