16 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya DYAyê lîsteya welatên ku ji bo azadiyên dînî jê dikevin fikaran pêşniyazî Kongreya DYAyê kir.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya DYAyê John Kîrbydi civîna çapeniyê ya rojê da der barê mijarê da daxuyanî da.
Kîrby diyar kir ku di lîsteya ku di çarçoveya Qanûna Azadiyên Dînî yên Navneteweyî ya ku wezaretê pêşniyaz kir da Erebistana Siûdî, Îran, Myanmar, Çîn, Erître, Koreya Bakur, Sudan, Tirkmenistan, Ozbekistan û Tacikistan hene.
Kîrby destnîşan kir ku biryara serokatiya ya ku alîkariyan kêm dike li ser Îran, Myanmar, Çîn, Erître, Koreya Bakur û Sudanê pêk tînin lê belê ji ber berjewendiyên neteweyî li ser Erebistana Siûdî, Tirkmenistan, Ozbekistan û Tacikistanê pêk naynin.
Berdevk Kîrby wiha pê da çû: "Em ê ji bo mafên mirovan, parastina azadiyên dînî, ji bo îstiqrar û aştiyê bi hikûmet, saziyên civaka sivîl û kesan ra xebatên xwe bidomînin.