HEWLÊR
Wezîrê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mistefa Seyîd Qadir got ji bo ku bikaribin li hember komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIyê de têkoşînê bike, hewceyê çekên giran in.
Qadir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku pêşmergeyan li seranserê sînora bi qasî 1050 kîlometroyê ya ku bi DÎŞIyê re çêbû de heşidandin. Qadir da zanîn ku ji bo parastina sînoran kolana xendeqan berdewam dikin. Qadir got ku kuleyên raçavkirinê û sîperan amade dikin û bi vî awayî bergiriyên ewlehiyê zêde dikin.
Qadir bal kişand ku DÎŞI êdî ne ji wan rêxsitinên ji rêzê ye, DÎŞI bûye wek artêşeke ku di destê wê de çekên giran hene. Qadir axaftina xwe wiha berdewam kir: "Piştî ku artêşa Iraqê paş de vekişiya çekên giran ketin destê DÎŞIyê. Ji bo ku pêşmerge li hember DÎŞIyê ser bikeve demildest hewceyê çekên giran e. Hikûmeta navend a bexdayê berê niha di vê mijarê de arîkariya me nekir. Tu derfetên ku pêşmergeyan nû bike û hêzdar bike nedan me."
"Em dê çekan bixwazin"
Wezîrê Pêşmergeyan Qadir got ku "me heta niha ji tu welatî çekên giran nexwestin. Lê belê di rojên pêşiya me de em dê ji bo vê yekê hin hewldanan bikin."
Qadir li ser pirsa "Gelo we ji tu welatê din çek xwestin?" got ku "Tu daxwazeke me ya bi vî awayî çênebû. Me hewce nedît."
Li Iraqê ev demek e ku pevçûn hene û valahiya otorîteyê heye. Komên çekdar ên di bin serkêşiya DÎŞIyê de li hin bajarên wekî Mûsil û Tîkrîtê qontrolê bo dest xistibûn û ji ber pêvçûnan milyonek sivîl mecbûr mabûn ku koç bikin.