Serokomarê Fransayê François Hollande li Qesra Elyseeyê bi lijneyeke ji Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re hevdîtin kir.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Drian jî beşdarî hevdîtina bi lijneya HKIyê ya di bin serokatiya Wezîrê Pêşmergeya Mistefa Seyîd Qadir re bû.
Çavkaniyên Qesra Elyseeyê piştî civînê agahî dan çapemeniyê û eşkere kirin ku ji Fransayê lijneyeke payebilind ji bo ku der barê hevkariya leşkerî de baştir lêkolînê bike dê demek nêz de biçe Hewlêrê.
Çavkaniyan dan zanîn ku kurdên iraqî di hevdîtinê de arîkariya leşkerî xwestin, lijneya fransizan a ku dê biçe Hewlêrê dê der barê hewcedariyên leşkerî yên pêşmergeyan de lêkolînan bikin.
Wezîrê Pêşmergeyan Qadir jî piştî ku ji Qesra Elyseeyê derket daxuyaniyek da çapemeniyê û got Hollande soz da kurdên iraqî ku arîkariya wan bike. Qadir piştrast kir ku dê ji bo vê yekê lijneyeke fransizan bê Hewlêrê û got ji bo ku herêm ji DAEŞê bê paqijkirin hewcedariya wan bi çekan heye.
Fransa li Iraqê piştgiriyê dide operasyonên ji hewayê yên ku di bin serkêşiya DYAyê de dibin li ser DAEŞê. Fransa berê jî leşkerên pispor şandibûn û piştgirî dabûn perwerdeya leşkerî ya yekîneyên pêşmergeyan ên li Herêma Kurdistanê.