Fatih Gazioğlu
31 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 01 Sibat 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew ê bi Îran û Tirkiyeyê re ji bo xebatên qanûna bingehîn ya bona Sûriyeyê tişta ku ji destê wan tê bikin û wiha axivî: "Êdî daxwaza me ji Neteweyên Yekbûyî ew e ku li gorî biryarên Soçiyê vê pevajoyê bigihînin encamekê."
Lavrov li Soçiyê piştî Kongreya Diyaloga Neteweyî daxuyaniyek da û got ku ew di mijara Sûriyeyê de dikarin bi welatên rojavayî re bi awayekî bên bal hev û îstişareyan bikin. Lavrov diyar kir ku ew di çarçoveya kongreyê de bi Tirkiye û Îranê re hatin bal hev û wiha dewam kir:
"Me ji mitefîqên xwe re got, em ê encamên kongreyê teşwîq bikin. Me dîsa ji hemû aliyan ra got, Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstura çi peymanê îmze bike em ê arîkariyê bidinê. Îro me biryar da, encamên kongreyê em ê teslîmî NYê bikin. Em hêvîdar in ku Neteweyên Yekbûyî wê pevajoya Cenevreyê teşwîq bike. Êdî daxwaza me ji Neteweyên Yekbûyî ew e ku li gorî biryarên Soçiyê vê pevajoyê bigihînin encamekê."
Li Kongreya Dîyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ji bo avakirina komîsyonê ya ji bo qanûna bingehîn biryar hatibû dayîn.