Mustafa Melih Ahıshalı
05 Tebax 2025•Rojanekirin: 06 Tebax 2025
Li eyaleta Kîrmanê ku dikeve başûrê Îranê bi mezinahiya 5,4ê erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê navend bajarê Zehkelûta ser bi eyaleta Kîrmanê, bi dema herêmî saet 08.36an bi mezinahiya 5,4ê erdhejek hat tomarkirin.
Hat daxuyandin ku erdhej bi qasî 28 kîlometroyan di binê erdê da çêbûye. Derbarê zirarên canî da, hê ti daxuyanî nehatiye dayin.