Haydar Şahin
03 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2023
Bajarên Zehek û Hîrmenda eyaleta Sîstan-Belûcistanê ya Îranê bi 50 pileyî va bûn bajarên herî germ ên welêt.
Li gor IRNAya ajansa fermî ya Îranê, Midûrê Giştî yê Meteorolojiyê yê Sîstan-Belûcistanê Muhsîn Heyderî der barê germa hewayê ya herêmê da daxuyanî da.
Heyderî daxuyand ku li bajarên Zehek û Hîrmendê germa hewayê derket 50 pileyî û ev bajar bûn bajarên herî germ ên welêt.
Heyderî destnîşan kir, li bajarê Zahîdana ku navenda rêvebiriya eyaletê ye jî germa hewayê 42 pile hat pîvan û ji roja duşemê pê va zêdebûna bayê ra germa hewayê wê kêm bibe.
Heyderî daxuyand ku li eyaletê heke leza bayê zêde bibe, wê bi xwe ra xubarê jî rake û hişyarî da gel ku heke mecbûriyet nebe, bira dernekevin derva û trafîkê.
Midûrê Giştî yê Rêvebiriya Qeyranê ya Sîstan-Belûcistanê Mecîd Mohîbbî jî diyar kiribû ku di rojên dawîn da ji ber babelîska xubarê li bajarên Zabûl, Zehek, Hamun, Hîrmend û Nîmrûzê ji hezarî zêdetir kes rakirin nexweşxaneyê û kesek jî miriye.