Haydar Şahin
11 Hezîran 2019•Rojanekirin: 11 Hezîran 2019
Li Alabamaya eyaleta Amerîkayê pêşnûmaya qanûna dibêje kesên ku ji ber destdirêjiya zarên ji 13 salî piçûttir ceza xwarine, mehekê beriya temambûna cezayê wan bi amûrên kîmyewî werin xedimkirin hat tesdîqkirin.
Waliyê Alabamayê Kay Ivey qanûna dibêje kesên ku ji ber destdirêjiya zarên ji 13 salî piçûttir ceza xwarine, mehekê beriya temambûna cezayê wan bi amûrên kîmyewî werin xedimkirin îmze kir.
Li gor qanûnê hetanî biryara mihkemeyê ya dibêje êdî dermanxwarin lazim nake neyê dayîn kesên ji ber destdirêjiyê ceza xwarine ew ê dermanên xadimkirinê bixwin.
Dîsa li gor qanûnê mesrefa dermanên xedimkirinê ew ê bi destê kesên ceza xwarine were dayîn.
Walî Ivey der barê qanûnê da got, "Ev pêşnûmaya qanûnê ji bo parastina zarên li Alabamayê gavek e."