Haydar Şahin
26 Adar 2021•Rojanekirin: 27 Adar 2021
Li Teksasa eyaleta Amerîkayê ji ber rewşa hewayê ceyran hat birîn û hejmara kesên ji ber çûyîna ceyranê mirin derket 111an.
Li Teksasê û herêmên navîn û başûr ji ber berf û sermayê welatî tengasiyê dikişînin.
Associated Pressê diyar kir ku ji ber sermayê û di qezayên ji ber wê çêdibin da 111 kes mirin.
Hat destnîşankirin ku hin kes ji ber hîpotermiyê mirin û hin kes jî di qezayên ji ber cemedê çêbûn da mirin û hinek jî ji ber xaza karbonmonoksîtê bi jerî ketin û mirin.
Ji ber bagerê kêm û zêde ceyrana 4 milyon kesî çû, ava wan nayê, ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Ji 11ê sibatê vir da li herêmên navîn û başûr ên Amerîkayê ji ber rewşa hewayê gel tengasiyê dikişîne, sermayê eyaletên Arkansas, Oklahoma, Tennessee, Kentucky û Alabama hildaye bin tesîra xwe û ji ber sermayê welatî mirin.
Li gor xeberên di çavkaniyên herêmî da tên weşandin ji ber sermayê li eyaletê 45 û 50 milyar dolar zirar çêbû.