Di bûyerên pevçûnê yên ku li Iraq, Lîbya, Sûriye, Yemen û Misrê diqewimin de, ji serê remezanê heta niha ji 350 kesî zêdetir sivîl mirin, herî kêm 230 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) Sûriye di nav wan welatan de ya ku herî zêde şîdet wir heye, ye. Di hefteya ewil a remezanê de li Sûriyeyê 51 ji wan zarok, 29 ji wan jin bi tevahî 494 kes mirin.
Li wîlayeta Amranê ya li bakurê Yemenê ev 3 roj in ku di navbera milîtanên Hûsî û hêzên ewlehiyê de pevçûn diqewimin, di pevçûnan de 290 kes mirin.
- Êrîşên DÎŞIyê berdewam dikin
Li bajaroka Celawleya girêdayî Diyalaya bajarê Iraqê pevçûnên di navbera hêzên pêşmergayn û komên çekdar ên di bin serokatiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) berdewam dikin. Ji ber pevçûnan ji sedî 70yî gel mecbûr ma ku malên xwe biterikînin.
Li Telafera girêdayî Mûsîlê êrîşî konwoya ku tê de kesên çekdar hebûn, kirin di êrîşê de 10 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn. Ji fermandarên rêxistina Ceyşu'l Mucahîdîn (artêşa mucahîdan) a ku li bajarê Fellûceya girêdayî wilayeta Enbarê li hember hikûmetê şer dikin, Mihemed Seîd el- Cûmeylî bi teqandina mayîna ku di bin erdê de hatibû veşartin, mir.
-Li Xazeyê jî xwîn dirije
Hefteya borî 3 niştecihên cihû mirin û Îsraîlê li ser vê yekê êrîşên hewayî bir li ser Xezayê. Di êrîşan de gelek sivîl mirin û jimara kesên ku hatin binçavkirin jî ji 450 kesî borî.
Mihemed Ebû Hûdayrê filîstînî yê 17 salî ji bo nimêja sibê çûbû mizgefta li Qûdusa Rojhilat û wir hatibû revandin û pişt re termê wî hatibû dîtin. Îsraîl gefa dê operasyonên xwe yên li ser Xezayê berdewam bike, dide. Di êrîşên Îsraîlê yên duh de 9 kes mirin û 7 ji wan zarok 12 kes jî birîndar bûn.
Di xwepêşandanên salvegera derbeya Misrê de jî pevçûn derketin û di pevçûnan de li gor agahiyên fermî 10, li gor derbenexwazan 14 kes mirin û 34 kes jî birîndar bûn.
Li Bîngaziya bajarê Lîbyayê duh kesên çekdar êrîş kirin û di navbera hêzên girêdayî Tumgeneralê teqawîd Helîfe Hafter û hêzên şoreşger ên girêdayî artêşê de pevçûn derket. Di pevçûnan de 8 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Artêşa rejima Sûriyeyê ji hewayê 6 caran êrîşê bajaroka Arsalê ya Lubnanê ya ku tê de ji 100 hezarî jortir penaberên sûriyeyî hene, kir.
Milîtanên Talîbanê li Qûndûz û Herata wîlayetên Efganistanê êrîş kirin. Di êrîşan de 20 kes mirin.
-Afrîka bû wek gola xwînê
Li herêmên cuda yên Somaliyê duh êrîş hatin kirin, di êrîşan de 5 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Li Nîjeryayê di êrîşa ku li ser garnîzona leşkerî ya li Dambaoyê hat kirin de 56 kes mirin. Di êrîşa xwekujiyê ya li bajaroka Kondûgaya girêdayî eyaleta Bornoyê 3 sivîl mirin.
Di bûyerên şîdetê yên ku li herêma perava Kenyayê qewimîn de herî kêm 22 kes mirin.