Li Batmanê, di meha remezanê de çîg zehf tê firotin.
Mehmet Salih Kaplanê Serokê Odeya Sinetkar û Esnafan a Batmanê (BESO) daxuyand ku li Batmanê çîg di meha remezanê de pir zêde tê firotin.
Kaplan destnîşan kir ku berî fitarê erebeyên seyar ên ku çîgê difroşin li serê koşê sikakan disekinin û çîgê difroşin.
Mehmet Salih Kaplan wiha dewam kir: "Nêzî fitarê mirov dikare li serê her koşeyê sikakan çîgfiroşan bibîne. Di meha remezanê de rojane tonek çîg tê firotin. Gelê me ji xwarin û vexwarinê hez dike. Ji bo vê yekê li herêmê çîg jî zehf tê firotin."