Cüneyt Karadağ
20 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2024
Hat diyarkirin ku li Magdeburga bajarê Almanyayê kesekî nasnameya wî nediyar wesayîta xwe ajot ser kesên li bazara Noelê, li gor tesbîtên ewil kesek mir, 80 kes birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Almanyayê kesekî nasnameya wî nediyar wesayîta xwe ajot ser kesên li bazara Noelê.
Hat gotin ku di encama êrîşê da kesek hat kuştin û 80 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku bazara Noelê hat girtin û ji mirovan hat xwestin ku navenda bajêr biterikînin.
Êrîş li bazara Noelê ya ku li ba avahiya Şaredariya Magdeburgê ya nêzî Çemê Elbeyê hatiye danîn, çêbû.