Önder Beyter
21 Sibat 2021•Rojanekirin: 22 Sibat 2021
Hat ragihandin ku li eyaleta Louisiana ya Amerîkayê êrîşkarekî çekdar ket mixazeyeke çekan û gule agir kirin, di encamê da 3 kes hatin kuştin.
Di nûçeya qanala NBC ya Amerîkan a ku sipart çavkaniyên polêsan da hat destnîşankirin, li bajarê New Orleansê êrîşkarekî di destê da çek heyî, ket mixazeya çekan, eletexmînî gule agir kirin. Hat diyarkirin di encama guleagirkirinê da 3 kes hatin kuştin.
Di nûçeyê da her wisa hat destnîşankirin, 2 kesên ku rastî êrîşê hatin jî rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî agahiya ku ji polêsê herêmê hat wergirtin, êrîşkarê ku ket mixazeya çekan, dema bi xwediyê mixazeyê ra ket nîqaşê çeka di destê xwe da eletexmînî agir kir, pêşiyê kesek hat kuştin, dû ra jî du kesên din ku giran birîndar bûn, mirin.
Der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.