Şaşmaz berêvarê li ser kolana Florîssanta ku li taxa Fergusonê ye çalakî dişopand, di wê demê de polesekî xwe amade dikir ku bi fîşenga pilastîk ve agirî çalakvanekî bike û Şaşmaz jî li nêzîkî wî dîmen dikişand.
Lê belê polês berê xwe da Şaşmazê nûçegihanê AAyê û wiha tehdît kir, "Careke din heke tu dîmenên min bikişînî ez ê te bikujim."
Şaşmaz di nav çalakvan û polêsan de dîsa jî wezîfeya xwe bi cîh anî.
Demekê şûn de çalakvanekî şuşek avête polêsan û tevlihevî çêbû. Şaşmaz di navbera çalakvan û polêsan de ma û dîmen kişand. Polês di ser Şaşmaz de qêriya û got, "Min ji te re negot ku xwe bide aliyekî."
Şaşmaz ragihand ku piştî vê polêsekî din ew girt û avêt erdê û wiha pê de çû:
"Polêsekî ez avêtim erdê. Ji cil û berg û makîneya min eşkere bû ku ez rojnamevan im. Ji bo ku bizanibin ez nûçegihan im ez qêriyam û min got "Çapemenî, çapemenî." Lê belê polêsan demildest dora min girt. Ez li ser çokan dam rûniştandinê. Min ber xwe neda û destê xwe li pişta xwe anî hev. Lê belê bi awayekî tund midaxile kirin, ez li ser çokên xwe ketim û çoka min xwun bû.
Destê xwe dirêj kirin ku maîneya min ji destê min derxin. Min hişk pê girt. Polêsekî destê min kelepçe kir. 3 - 4 hebê wan jî xwe avêtin ser min. Ez li erdê dirêj kirim û derketin ser min. Ji aliyekî ve pêlî pişta min dikirin ji aliyekî ve jî pêlî serê min dikirin. Makîneya min şikest, objektîfa min ji çentê min de ket. kelepçeyê bazinên min birîn. Ez birim xistim erebeyeke piçûk a ku çalakvan xistibûnê. Ez saet û nîvekê di wir de mam."
Piştî binçavkirinê Şaşmaz birin navenda binçavkirinê ya ku bi taybetî hatibû avakirin, paşê jî birin qereqolê û li ser guhê wî geriyan. Hemşîrekê der heqê Şaşmaz de rapor girt û paşê avêtin nezaretê.
Şaşmaz 5 saetan di nezaretê de hîştin û paşê serbest berdan.