İbrahim Atmaca
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
NEW YORK
Hat ragihandin ku li Florîdaya eyaleta Amerîkayê di êrîşa çekdar da 3 kes mirin, 11 kes birîndar bûn.
Şerîfê Jaksonvilleya bajarê Florîdayê Mike Williams daxuyanî da çapemeniyê û got ku kesekî ku li gor şikê êrîşkar e, 2 kes kuştin û paşê xwe kuşt.
Williams diyar kir ku di êrîşê da 9 kes bi çekê, 2 kes jî dema ku revîne, birîndar bûne û diyar kir ku êrîşkar David Katzê 24 salî ye û li ser nifûsa Baltimoreyê qeydkirî ye.
Kesekî daxuyanî dabû çapemeniya Amerîkayê û diyar kiribû, êrîşkar jî di nav da 4 kes di bûyerê da mirin, 11 kes jî birîndar bûn.