BERLÎN
Anadolu Agency (AA) di navbera 4-7 hezîranê 2014an de bêşdarî Kongreya Endusturiya Wêneyan ya Navneteweyî (CEPIC) dibe. CEPICê dê îsal li Berlîna paytextê Almanyayê bê lidarxistin.
Di Kongreyê de mijarên aboriya wêneyan ya dinyayê, rêyên bazarkirinê û di wêneyan de mafên telîfê dê bên nîqaşkirin. Her wiha ji 32 welatan ji 400î zêdetir beşdarvan dê werin Kongreyê.
Getty Images û Corbisên ku ajansên wêneyan yên herî navdar yên dinyayê ne, her wiha endamên CEPICê ne û CEPICê her sal li bajarekî Ewropayê tê lidarxistin û gelek ajansên navdar firsendê dibînin ku beşdarî vê kongreyê bibin û têkiliyên xwe xurt bikin.
Li ser navê Anadolu Agencyê Derhênerê Weşanê yê Nûçeyên Dîtbarî Ahmet Sel û Rêvebirê Pêşvebirina Kar û Hilberînê Bora Ûçak dê beşdarî kongreyê bibin.