14 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
NEW YORK
Li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê bendava Orovîlleyê ya herî bilind a welêt e. Hat ragihandin, her çend sewiyeya avê kêm bûbe û talûkeya qetandina bendavê kêm bûbe jî, hê biryara tehliyeyê nehatiye rakirin.
Walîtiya Calîfornîayê li herêmê rewşa acîl îlan kir. Ji bo temîrkirina bendavê û ewlehiyê mihafizên neteweyî yên eyaletê û ekîbên bifiroke hatin wezîfedarkirin.
Walî Jerry Brown ji rêvebiriya Donald Trump ra name şand û ji bo tehliyekirinan û rabûna avê alîkariya federal daxwaz kir.
Şerîfê Butte Countyê Kory Honea jî daxuyanî da rojnamegeran û got ku her çend sewiyeya avê kêm bûye jî, hê zû ye ku ew ji mirovan ra bibêjin vegerin malên xwe.
Hat daxuyandin ku ji 500 mehkûmên ku di girtîgeha li Butte Countyê bûn jî, neqlî girtîgeha li Alameda Countyê kirin.
Ekîba Ajansa Anadoluyê (AA) dîmena coyê herikandina avê ku qul bûye û xebatên li herêmê, ji hewa va kişand. Bilindahiya bendavê 230 mêtre ye.
Ji şêniyên herêmê Mel Alvarez diyar kir, ji bo girtina qula coyê herikandina avê, ekîban çewalên ku tijî kevir bûn, li firokeyê kirin û wê ji hewa va daynin cihê qulbûyî.
Alvarez diyar kir, mebesta xebatê sekinandina avê ye û paşê ji bendavê avê were tehliyekirin ku rîsk kêm bibe ku paşê qul were girtin.
Çend rojên dawîn şilî pir barî û sewiyeya ava Gola Bendava Orovîlleyê zêde bû. Ji bo ku sewiyeya avê kêm bikin, wezîfedaran xwest ku coyê herikandina ava bendavê vekin, lê dîtin ku coyê herikandina avê qul bûye.
Ji ber ku qul hêdî hêdî mezin dibû, li herêmê ji bo 180 hezarî zêdetir kesan birayara tehliyeya acîl hatibû dayîn.
Bendava Orovîlleyê di sala 1968an da hatiye çêkirin û pê hem erazî tên avdan hem jî ava malên herêmê ji vê bendavê tê.