Haydar Şahin
30 Adar 2019•Rojanekirin: 31 Adar 2019
Hejmara bircên sondaja petrolê yên nîşaneya hilberîna petrolê ya Amerîkayê vê hefteyê 8 heb kêm bûn.
Li gor daneyên heftane yên Baker Hughesa saziya xizmetên qada petrolê weşandin, di navbera 23-29ê adarê da hejmara bircên sondaja petrolê ya li Amerîkayê li gor hefteya borî 8 heb kêm bû û dakete 816an.
Ji gulana 2016an vir da cara ewil e ku 6 hefteyan li ser hev hejmara bircên sondaja petrolê ya Amerîkayê dadikeve, bi vî awayî ji nîsana 2018an vir da hejmara bircan dakete asta herî jêr.
Piştî ku hejmara bircên sondaja petrolê ya Amerîkayê daket roja înê warêla petrol brent bi 67,88 dolarî, warêla petrola xam a Teksasa Rojava jî bi 60,23 dolarî hat firotin.