Abdullah Tel
26 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2019
WASHÎNGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku ji bo hikûmeta federal a ev 35 roj in girtî ye heta 15ê sibatê ji nû ve bê vekirin, bi lîderên Kongreyê re li hev kiriye.
Trump got ku axaftinên di mijara avakirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê da jî wê di vê heyamê da dewam bikin.
Serokê Amerîkayê Trump li bexçeyê Qesra Spî der barê hikûmeta federal a ku bi qismî ev 35 roj in girtî ye da, daxuyanî da endamên çapemeniyê.
Trump destnîşan kir ku ji bo vekirina hikûmeta federal bi Kongreya Amerîkayê ra li hev kiriye û wiha pê da çû: "Hikûmeta Federal wê ji nû va bê vekirin û li ser wê peymanê me li hev kir û ez ji ber vê serbilind im."
Di axaftina xwe da Trump got ku hikûmet bi qasî 3 hefteyan yanî heta 15ê Sibatê wê vekirî bimîne û tê payîn ku di wê pêvajoyê da lihevkirin jî pêk bê.