İbrahim Atmaca
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Serokê Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî diyar kir, ji bo ku Serok Donald Trump ji wezîfeyê were ezilkirin wan teşebuseke fermî kir.
Pelosî piştî ku bi parlamenterên Demokrat ên Meclisa Nûneran ra hevdîtin kir û şûnda, daxuyanî da rojnamegeran.
Pelosî diyar kir ku Trump di tîrmehê da bi Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy ra hevdîtin kir û Joe Bidenê Demokrat jî xwest lêpirsîn li ser were vekirin û Trump jî ev îtiraf kir. Pelosî wiha dewam kir: "Kirinên Trump zirarê dide ewlehiya me ya neteweyî."
Pelosî diyar kir, ji bo ku pêvajoya ezilkirina Trump dest pê bike wan gava ewil a fermî avêt û wiha dewam kir, "Divê Trump hesabê kirinên xwe bide. Tu kes ser hiqûqê ra nîne."
Trump di dîroka Amerîkayê da serokê 4emîn e ku der heqê wî da pêvajoya ezilkirinê dan destpêkirin.