Mücahit Oktay
04 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2024
Li eyaleta New Jerseyê ya Amerîkayê Hassan Sharifê meleyê mizgefta civaka Afro-Amerîkan di wextê nimêja sibehê da di encama êrîşa biçek da hat kuştin.
Wekîlê Dozgerê Herêma Essexê Theodore N. Stephens II di civîna çapemeniyê da ya gelek peywirdar beşdar bûn, ragihand ku Sharifê meleyê "Masjid Muhammad" di otoparka mizgeftê da ya ji bo nimêja sibehê hatibû bi destê êrîşkarê çekdar ê netesbîtkirî hat kuştin.
Stephens II destnîşan kir, li nêzîkî mizgefta Misilmanên bi piranî reşik in, gelek gule berdan Sharif û her wiha mele li nexweşxaneya Zanîngeha Rutgersê ya li hemberî mizgeftê hildan emeliyetê, lêbelê digel hemû hewldnan nehat xilaskirin.
Peywirdaran diyar kir, ew hê sedema bûyerê nizanin, lê digel vê, dema ew li delîlên berhevkirî dinihêrin, ew dibînin ku şopên pêşdaraziyeke dijî Misilmanan an jî sûcê terorê yê nav welêt naxuyên.
Serdozgerê Eyaletê Matt Platkin di daxuyaniya çapemeniyê da axivî û diyar kir ku vê nûçeya cinayetê, tirs û fikarên civaka Misilmanan zêde kir û her wiha ji bo pêşveçûna lêpirsînê, ew ê 25 hezar dolar xelat bidin her kesekî ku agahiyê bide.