Ahmet Furkan Mercan
04 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2024
Hejmara kesên di erdheja eyaleta Îşîkawayê ya ku dikeve rojavayê Japonyayê û li qeraxê Nîvgirava Notoyê ya li vê herêmê da mirin derket 78an.
Li gor Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA) di 1, 2 û 3yê Çileya Paşîn da li peravên Îşîkawayê û li Nîvgirava Notoyê bi mezinahiya 5 û 7an çend erdhej çêbûn.
Îro li herêma nîvgiravê li gor saeta herêmî di saet 00.36an da bi mezinahiya 4,8an, di saet 04.38an da jî bi mezinahiya 4,9an du erdhejên din çêbûn.
Hat daxuyandin li tevahiya herêmê aqûbeta ji 50î zêdetir kesî nayê zanîn.