Nihat Kavşut
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Li Washingtona eyaleta Amerîkayê di qezaya trênê da 3 kes mirin û 100î zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya Şeftiya Polêsan ya Herêmê ya Pierceyê hat diyarkirin li nêzî bajarê DuPontê trêneke rêwiyan ya fîrmaya Amtrakê ji rê derket û qelibî rêbejê.
Hat diyarkirin di qezayê da 3 rêwî mirin û ji 100î zêdetir kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li bajarên Pierce û Thurstonê. Li gor agahiyan rewşa 4 kesên birîndar jî giran e.
Richard Andersonê Midûr û Serokê Amtrakê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir dema qezayê da "Pergala Kontrola Trênê ya Pozîtîf" ku sûreta trênê kontrol dike di dewrê da nebûye.
Anderson destnîşan kir di trêna rêwiyan da 2 lokomotîf û 12 vagon hebûn û got dema qezayê da 78 rêwî û 5 personel di trênê da hebûn.
Li gor rapora Polêsên Eyaleta Washingtonê ji 14 vagonan 12 vagon ji rê derketine. Lijneya Ewlehiyê ya Gihandinê ya Neteweyî ji bona lêkolînkirina qezayê ekîbêke ji 20 kesan pêk tê şand herêmê.
Departmana Gihandinê ya Eyaleta Washingtonê (WSDOT) ragihandibû ku trêneke rêwiyan ya fîrmaya Amtrakê ber destê sibehê ji rê derketiye û qelibiye rêvbeja I-5ê.