Ekip
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku ji hêla rejima Esed va hatiye dorpêçkirin ji bo dergûşa bi navê Kerîm ê ku çavekî wî kor bûye û êtîm maye piştgirî bê dayîn, pêşbirka ajotina duçerxiyê hat lidarxistin.
Besam Lattufê serokê kulûba futbolê ya El Tedamunê ji nûçegihanê AAyê re got ji bo Kerîm û gelê Xûtaya Rojhilat yên ku 5 sal e di bin dorpêçiyê de dijîn ev çalakî hatiye lidarxistin.
Lattuf got 25 zarokên êtîm ên li gundê Keftînê dijîn beşdarî pêşbirkê bûn û wiha axivî: "Em ji Xwedê dixwazin dorpeçî bê rakirin, rewşa dergûşên ku di bin bombebaranê de ne û birîndaran baş bibe û bombebaran bisekine."
Mecîd Hemzeyê 15 salî yê ku pêşbirk qezenc kir jî wiha axivî: "Ez ji bo dergûşê êtîm Kerîm ê ku çavê wî yê çepê kor bû û ji serê xwe birîndar bû û gelê Xûtaya Rojhilat yên ku di bin dorpêçiya rejimê de dijîn beşdar bûm. Duçerxiya ku wek xelat dan min ez diyariyê zarokên Xûtaya Rojhilat dikim."
Kerîm li Xûtaya Rojhilat a ku di bin dorpêçiya rejimê de ye dema ku yek mehî bû diya wî miribû û ew êtîm mabû. Dema êrîşa topan a rejimê çêbûbû Kerîm di hembêza diya xwe de bû û çavê wî yê çepê kor bûbû.
Li aliyê çepê yê serê Kerîm birînên kûr hene û tasa serê wî jî ji gelek cihî şikestiye lê bi awayekî mûcîze dijî.
Birayê biçûk û xwîşkên wî jê ra dê û bavîtiyê dikin.
- Ji ser medyaya civakî piştgirî zêde dibe
Di vê navberê da bikaranîrên Twîtterê çavê xwe yê çepê girtin û ji bo piştgiriyê bidin Kerîm bi îngilîzî peyam weşandin.
Doxtorên li nexweşxaneyên Îdlibê dixebitin jî bi heman şêweyî piştgiriya xwe nîşan dan.
Li herêma rojhilatê Şamê bi qasî 400 hezar sivîl ev 5 sal in ku di bin dorpêçiya eskerî da dijîn. Heta nîsana îsal jî bi xêra serdabên dizî, rêyên dereqanûnî û barzirganan kêm be jî xwarin û xurek digihîşt Xûtaya Rojhilat. Lê ji wê heyêma vir va rejim û piştgirên wê komên terorîst ên biyanî dorpêçê teng kirin, zextê zêde kir û ji ber vê jî bo herêmê şandina xwarin, xurek û dermanan pir bi zehmet bû. Ji ber vê yekê jî gelê li herêmê zêdetir zehmetiyê dikişîne.
Herêma Xûtaya Rojhilat di çarçoveya peymana Astanayê da wek "herêma rageşiyê kêmkirin" hatibû îlankirin. Garantorê rejimê Rûsyayê di 22yê tîrmehê da diyarkiribû ku li herêmê agirbestê dest pê kir lê digel vê êrîşên rejimê bênavber didomin.