Türkan Tosun
12 Îlon 2018•Rojanekirin: 12 Îlon 2018
NEW YORK
Ji ser êrîşên 11ê Îlonê yên ku li Amerîkayê hatibûn kirin 17 sal derbas bûn, lê hê jî tesîra wan êrîşan dewam dike.
Piştî êrîşên 11ê Îlonê niqaşên "pergala dinyayê", "stratejiyên ewlehiya nû", "mudaxaleyên yekalî yên Amerîkayê" û yên bi vî rengî hê jî dewam dikin.
Ev êrîş ji bo Serokê Amerîkayê George W. Bush ê wê demê, Barack Obamayê ku piştî wî hat ser wezîfeyê û Serokê nû Donald Trump bûn mijareke girîng ku ew di polîtîkaya derva û stratejiyên ewlehiyê da navê van êrîşan bi kar bînin.
Di 11ê Îlona 2001an da li Amerîkayê di nûçeyên serê sibê da hat gotin 4 balafirên rêwiyan ên ji Newark, Boston û Washingtonê rê ketine ku herin San Francisco û Los Angelesê hatine revandin.
Paşê nûçeyek hat ku balafira Amerîkan Airlinesê ya ku diçû Los Angelesê bi saeta herêmî di saet 08.46an da li New Yorkê Kuleyên Cêwî yên Navenda Bazirganiyê ya Dinyayê aliyê bakur qelibiye.
Dema hemû dinyayê dîmenên vê balafirê û şewata ku derket holê temaşe dikir, 19 deqîqe şun da dîsa balafîreke Amerikan Airlinesê di weşana zindî da vê carê kuleya aliyê başûr qelibî û di nav demeke kin da herdu kule hilweşiyan.
Piştî van balafireke ji hêla 5 terorîstan va hatibû revandin li Washîngtonê avahiyê Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) qelibî. Lê der barê vê êrîşê da tu dîmen û wêne nehatin weşandin. Paşê wêneyên Pentaginê ya ku zirar dîtiye hat weşandin ku ev jî bû sedema şik û pirsan. Der barê êrîşên 11ê Îlonê da hê jî pirs tên pirsîn û niqaş dewam dikin.
Herî dawîn nûçeyek hat û hat gotin balafira çaremîn bi F-16an ve li Pensîlvanyayê hatiye xistin. Rêwiyên balafirê bi "qehremanî" mudaxaleya terorîstan kirine û balafir daxistine.
Di van êrîşên kuleyan da 2 hezar û 606 kes, li Pentagonê 125 kes û di balafirên hatin revandin da jî 246 kes mirin. 19 terorîst jî di nav da bi giştî 2 hezar û 996 kes di êrîşan da mirin.
Rêxistina El Qaîdeya serokê wê Usame Bîn Ladîn e berpirsyariya êrîşê hilda li ser xwe.
Piştî êrîşên 11ê Îlonê him ji bo Amerîkayê û him jî ji bo Dinyayê heyameke nû dest pê kir.
- Stratejiyên ewlehiyê guherîn
Piştî êrîşên 11ê Îlonê bû sedem ku stratejiyên ewlehiyê yên Amerîkayê biguherîn. Di sala 2002yan da Wezareta Ewlehiya Navxweyî hat avakirin, paşê şaxa Mihafazaya Penabertî û Gumrukê ya Amerîkayê (ICE) vebû. Gelek penaber hatin dersînorkirin.
Ne tenê Amerîka welatên din jî girîngî dan stratejiyên ewlehiyê û têkoşîna dijî terorê.
- Tirsa terorê
Amerîkayê piştî êrîşan hemû welatên ku çekên kîmyewî lê hene ji xwe ra wek tehdîd qebûl kir û bi vê tirsê di 1ê Cotmeha 2001ê da welatê Usame Bîn ladîn Efxanistanê dagir kir.
Di vê dagirkirin, êrîş û pevçûnan da bi deh hezaran kes mirin.
Her çiqas hêzên NATOyê di 28ê Çileya Pêşîn a 2014an da li Kabulê bi merasimekê va eşkere kirin ku şer qediyaye jî hêzên Amerîkayê hê jî bi hinceta têkoşîna terorê li Efxanistanê hebûna xwe diparêzin.
- Dagirkirina Iraqê
Di 20ê Adara 2003an da ji ber hinceta Serokê Iraqê Saddam Huseyîn piştgiriyê dide El Qaîdeyê û çekên kîmyewî li welêt dihewîne Amerîkayê li hember Iraqê operasyonek kir.
Di vê pêvajoyê da li Iraqê bi sed hezaran kes di şerê mezheban da mirin.
Piştî dagirkina Iraqê Iraq li Rojhilata Navîn bû yek ji welatê herî bipirsgirêk û ji bo derketina DEAŞa rêxistina terorê bû cih û war.
- Îslamofobî û 11ê Îlonê
Ji bilî Amerîkayê li welatên din jî piştî 11ê Îlonê li dijî Misilmanan êrîş çêbûn, ew wek terorîst hatin binavkirin û dijî Misilmanan Îslamofobî xurt bû.
- Tesîra 11ê Îlonê ya li ser siyaseta Amerîkayê
Serokê Amerîkayê George W. Bush ê wê demê Amerîka wek "Artêşa Xaçliyan" bi nav kir û got ev artêş li dijî terorê têkoşînê dide.
Li hember vê daxuyaniya Bush bertek hatin nîşandan, ew ji ber siyaseta li Rojhilata Navîn hat rexnekirin.
Di dagirkirina Efxanistanê da her çiqas gelê Amerîkayê piştgirî da Bush jî, ji bo dagirkirina Iraqê piştgirî evqas xurt nebû.
Barack Obamayê piştî Bush bû serok wek "serokê dijî şer" derkete pêş û Obama eskerên li Efxanistan û Iraqê paşve kişand.
Usame Bîn Ladînê serokê El Qaîdeyê ji ber ku dema Obama da hat kuştin, Obama ev wek serkeftîna siyasî bi nav kir.
Serokê nû Donald Trump jî 11ê Îlonê di siyaseta xwe da bi kar anî û gelek caran dijî Misilmanan axivî.
Trump piştî bû serok jî gelek gavên Îslamofobîk avêt, ji bo hin welatên Misilman qedexeya vîzeyê anî rojevê û ji bo vê jî êrîşên 11ê Îlonê ji xwe ra hincet nîşan da.