Nihat Kavşut
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
NEW YORK
Li Arîzonaya eyalete DYAyê ji ber şewata li daristanê derket li herêma rêvebiriya Yavapaiyê rewşa derasayî hat îlankirin.
Li Arîzonayê şewata li Daristana Neteweyî ya Prescottê derket her diçe belav dibe.
Hat destnîşankirin ku bi bayê derket 8 hezar û 300 hektarê daristanê şewitî.
Doug Duceyê Waliyê Arîzonayê ji ber ku şewat belav dibe li herêma rêvebiriya Yavapaiyê rewşa derasayî îlan kir.
Hat diyarkirin li herêmê 500 xebatkarên temirandinê midaxeleyî êgir dikin û hat gotin xebatkarek birîndar bû.
Li Arîzonayê di şewata sala 2013an da 15 xebatkarên temirandina êgir miribûn.