TOKYO
Li bajarê Fukuokayê di nexweşxaneyeke ortopediyê de şewat derket. Rayedarên agirkujiyê diyar kirin ku li gor agahiyan şewat di qata herî binî de dema ku nexweş di xewê de bun derketiye.
Tîmên agirkujiyê şewat vemirandin lê di nexweşxaneyê de xisar çêbû.
Di şewata ku sedema wê hin ne diyar e de 2 xebatkarên nexweşxaneyê û 8 kesên din bi tevahî 10 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.