15 Tebax 2020•Rojanekirin: 16 Tebax 2020
Li navçeya Babê ya li bakurê Sûriyeyê ku di destê mixalifan da ye bombeya di wesaîta Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da hatibû bicîkirin hat teqandin û eskerekî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê hat kuştin.
Li gor agahiyan li herêma Herekata Mertalê Feratê li navenda navçeya Babê di wesaîta Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da teqîn çêbû.
Li gor agahiyan ji ber êrîşa terorê eskerekî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê hat kuştin.
Hêzên ewlehiyê yên li ciyê bûyerê lêkolîn kirin li ser îhtimala ku êrîş bi destê YPG/PKKya rêxistina terorê hatibe kirin disekinin.
Duh jî li navçeya Cerablusê ya Sûriyeyê ku li ser sînorê Tirkiyeyê ye bi motorbisqilêta bombebarkirî êrîş hatibû kirin û sivîlek hatibû kuştin û 6 sivîl birîndar bûbûn.